Zeydî û Trump bi rêya telefonê axivîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Falîh Zeydî û Serokê DYAê Donald Trump di peywendiyeke telefonî de geşedanên herêmî, rewşa ewlehiyê û pêwendiyên dualî nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Iraqê, her du Serokan tekez li ser girîngiya şêwir û kordînasyona di navbera Bexda û Washingtonê de li beramberî astengiyên heyî yên herêmê kirin.
Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku divê qeyran bi rêya diyalog û dîplomasiyê werin çareserkirin û rê li ber berfirehbûna pevçûnan bê girtin.
Serokwezîr Elî Zeydî di peywendiyê de bal kişand ser rêzgirtina li serweriya dewletan û careke din tekez kir ku ew ê destûrê nedin axa Iraqê ji bo êrîşên li dijî welatên cîran bê bikaranîn.
Di dawiya hevdîtinê de her du Serok li ser berdewamkirina peywendî û kordînasyona dualî di dosyayên berjewendiyên hevpar de lihev kirin.