Şara û Trump bi rêya telefonê axivîn
PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Ehmed Şara bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser têkiliyên dualî û pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê axivîn.
Li gorî daxuyaniyek ji Serokatiya Sûriyê, Serok Şara bi rêya telefonê bi Serokê Amerîkayê Trump re axivî.
Di axaftinê de têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de û herwiha pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên dawî yên li herêmê hatin nîqaşkirin.
Şara û Trump li ser rêbazên hevkariyê ji bo piştgiriya aramiya Sûriyê û beşdarbûna di pêvajoya vejîna wê ya aborî de di serdema pêş de axivîn.
Di civînê de, ku rewşa ewlehiyê ya li herêmê û pirsgirêkên ji ber aloziyên herêmî jî hatin nîqaşkirin, Şara girîngiya piştgiriya navneteweyî ya berdewam ji bo ji nû ve avakirin û vejîna Sûriyê tekez kir û diyar kir ku rakirina cezayên mayî gavek bingehîn e ji bo vejandina aboriya Sûriyê û baştirkirina şert û mercên jiyana welatiyên wê.
Serokê Sûriyê got ku ev yek wê veberhênanê teşwîq bike û hawîrdorek guncan ji bo pêkanîna projeyên aborî û pêşkeftinê di gelek sektorên girîng de biafirîne.
Şara destnîşan kir ku pêşîniya kanalên dîplomatîk û diyalogê wê beşdarî xurtkirina ewlehî û aştiya herêmî bibe û herêmê ji aloziyên din biparêze.
Trump, di heman demê de diyar kir ku ew pêşketinên li Sûriye û herêmê ji nêz ve dişopîne û tekezî li ser girîngiya parastina aramiyê û piştgirîkirina pêvajoya vejîn û ji nû ve avakirinê li Sûriyeyê kir.