Cîhan
Elî Zeydî serdana Qeter, Îran û Tirkiyê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Dereve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî piştî bidawîbûna seredana xwe ya li Amerîkayê, dê derbasî welatê Qeterê bibe.
Husên diyar kir ku Zeydî dê li wir beşdarî merasîma sersaxiyê ya Emîrê berê yê Qeterê Şêx Hemad bîn Xelîfe Al Sanî bibe û piştî bidawîbûna vê merasîmê, ew ê berê xwe bide Tehranê û li gel berpirsên pilebilind ên Îranê bicive.
Plana serdana Enqereyê
Herwiha li gorî çavkaniyên dîplomatîk, tê pêşbînîkirin ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî piştî hevdîtinên xwe yên li Îranê, seredaneke fermî bo welatê Tirkiyeyê jî pêk bîne.
Ev zincîra hevdîtinan ku ji Washingtonê dest pê kir û ber bi dewletên herêmê ve berfireh dibe, wekî hewldaneke mezin a Bexdayê di qada navneteweyî de tê nirxandin.