Elî Zeydi: Wê Heşda Şebî bibe hêzeke fermî ya Iraqê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî di civîna bi şanda Grûpa Meclisa Rêxistina Bedir re ku bi serokatiya Hemam Elî Mehdî Temîmî pêk hat, diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo derxistina Yasaya Heşdi Şebî berdewam bikin.
Zeydî tekez kir ku bi vê yasayê re dê Heşda Şebî bibe parçeyekî fermî û yasayî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê.
Di civînê de rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê ya welat û cîbicîkirina bernameyên reformê hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr Zeydî bal kişand ser wê yekê ku piştî parastina serweriya welat, Iraq êdî ketiye pêvajoya nûjenkirin û jinûveavakirinê.
Herwiha rola parlamentoyê ya di têkoşîna dijî gendeliyê de girîng nirxand û got ku armanca wan avakirina dewleteke bi aboriyeke xurt e.
Ji aliyê xwe ve nûnerên Rêxistina Bedir piştevaniya xwe ya temam ji bo gavên reformê yên hikûmetê, bi taybetî di mijara rêkxistina çekan di çarçoveya destûrê de û şerê dijî gendeliyê re ragihandin.