TR KU SO
FB X
Cîhan

"Em cudahiyê naxin nav welatiyên xwe"

📅 10 tîrmeh 2018 00:22

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, behsa polîtîkaya pêşerojê kir û got "Em cudahiyê naxin nav welatiyên xwe. Ji çi esil, bawerî, meşreb, herêm û bajarî dibe bila bibe emê hemû welatiyên xwe ji dewlemendiyan û maf û azadiyan bidin îstifadekirin" 

Erdogan di axaftina xwe ya destpêka peywirê de peyamên balkêş dan.

Serokkomarê Tirkiyê wiha axivî:

"Di serdema nû de Tirkiye dê di warê demokrasî, heq û azadiyê, aborî û veberhênanê de di her qadê de zêdetir pêşde here." 

Erdogan wek din got:  "Ew serdemên ku li vî welatî Însan ji ber sebebekî dihatin biçûkxistin û rastî zilmê dihatin li paş mane û careke din nayên."

Parve bike: