TR KU SO
FB X
Cîhan

Emdamtiya Rûsyayê ya Konseya Mafê Mirovan ya NY hat rawestandin

Admin M
Nivîskar
📅 08 nîsan 2022 00:32

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî bi sedema Rûsya êrîşê biriye ser Ûkraynayê, endamtiya Rûsyayê ya Konseya Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî ku navend Cenevre ye, da rawestandin. Di dengdana derxistina Rûsyayê ji endamtiya konseyê bi 93 dengên erênî hat qebûl kirin. 24 welat li hember derketin û 58 welat rengê xwe diyar nekirin.

Di civîna giştî ya NY de 193 endam hene. Ji bo endamekî ji endamtiyê derxin, divê 2/3 deng hebin. Di sala 2011 an de jî, Lîbya ji konseya NY hatibû derxistin.

Parve bike: