TR KU SO
FB X
Cîhan

Encamnameya Astanaya 13an hat ragihandin...

Admin H
Nivîskar
📅 02 tebax 2019 18:06

PeyamaKurd - Gera dawî ya 13an a hevdîtinên Astanayê ku li Nursultan a Qazaxistanê hatin lidarxistin bi dawî bû. Piştî civînan bi encamnameyekê hat ragihandin ku aliyên beşdar di vê gera danûstandinan de tekezî li ser parastina yekîtî û serweriya axa Sûriyê kirine.

Li Bajarê Nûr Sultan ê paytexta Kazaxistanê, îro Înê di çaçroveya gera 13an a hevdîtinên Astanayê de, duyemîn roja civîna welatên garantor taybet bi Sûriyê hat lidarxistin. Di civînê de Alexander Lavrentiev, serokatiya şanda Rûsya, Elî Esxer Hacî serokatiya şanda Îranê û Sedat Onal jî serokatiya şanda Tirkiyê kir.

Di gera 13an a hevdîtinên Astana de, bo cara yekem nûnerên Iraq û Lubnanê weke çavdêr beşdar bûn.

Di hevdîtinên li ser pêkanîna aştiya Sûriyê de, mijarên wekî avakirina komîteya destûrê, rewşa Idlibê, pêkanîna Herêma Ewle û paşeroja Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Wezareta Derve ya Kazaxistanê ragihand, hikûmet û opozisyona Sûriyê li ser komîteya destûrê gihîştine çareseriyeke navendî, lê nehat diyarkirin bê ew çareseriya navendî bi çi awayî ye.

Wezareta Derve ya Kazaxistanê da xuyakirin, heta dawiya îsal dibe ku civînek an du civînên payebilind li Nûr Sultanê li gor Astanayê derbarê Sûriyê de bên lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, di nav opozîsyona Sûriyê de, şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî beşdarî kir ku li ser pirsa Kurd li Sûriyê û hin mijarên din di nav gotûbêjan de cî girt.

Li gor daxuyaniya encamnameya gera 13an a Astanayê, aliyên beşdar tekezî li ser parastina yekîtî û serweriya axa Sûriyê kirine û destnîşan kirine ku krîza Sûriyê bi şer çareser nabe û divê aliyên krîzê jibo çareserkirina pirsgirêkan, danûstandinê bikin.

Parve bike: