TR KU SO
FB X
Cîhan

ENKSê pêşwazî li yekbûna Hêzên Pêşmerge kir

Admin H
Nivîskar
📅 24 îlon 2026 10:43

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bi daxuyaniyekê pêşwazî li temambûna proseya yekkirin û birêxistinkirina Hêzên Pêşmerge li sêr sîwana Wezareta Pêşmerge kir û ev gav weke destkeft û pêşveçûneke giring bi nav kir.

Sekretariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, ew bi germî pîrozbahiyê li ragihandina fermî ya yekkirina hêzên Pêşmerge dikin, ku roja Duşemê, 21ê Îlona 2026an, di merasîmeke fermî de li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê hatibû birêvebirin.

ENKSê bal kişand ser giringiya vê pêngavê û destnîşan kir ku ev gav: “Yekîtiya biryardanê xurt dike, lêvegera ewlehî û leşkerî dike yek, destkeftên Herêmê diparêze û pêgeha wê ya destûrî di çarçoveya Iraqa federal û demokratîk de bihêztir dike.”

Di daxuyaniyê de her wiha amaje bi qurbanîyan û dîroka têkoşîna Pêşmerge hat kirin û hat gotin: “Têkoşîn û qurbaniyên Pêşmerge di parastina gelê Kurdistanê de li ser hemû astan; li dijî Enfal, çekên kîmyewî, jenosîd û terorê, beşeke kûr û mayînde ye ji dîroka gelê Kurdistanê û destkeft û mafên ku hatine bidestxistin.”

ENKSê hemû hewlên ku bûne sedema serxistina vê pêngavê bilind nirxandin û bi taybetî pêzanînên xwe ji bo rola Serok Mesûd Barzanî, serokatiya Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Kurdistanî nîşan da, ku di birêvebirina vî karwanî û rakirina astengiyan de xwedî roleke yekalîker bûn.

Li gorî daxuyaniyê, yekkirina hêzên Pêşmerge weke bersivekê ye ji bo daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê û bangên dubare yên dost û hevpeymanan, herwiha di bin siya aloziyên deverê de jî, bingehekî sereke ye ji bo bihêzkirina aramiya Herêma Kurdistanê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku girîngiya vê destkeftê di wê yekê de ye ku bibe bingehek ji bo temamkirina sazîbûnê û yekxistina biryara siyasî, ewlehî û leşkerî ya Herêma Kurdistanê, da ku destkeft û yekîtiya Herêmê bêne parastin û şiyana wê ya rûbirûbûna astengiyan xurttir bibe.

Parve bike: