Wezareta Pêşmerge li ser vekişîna hêzên DYA û koalîsyonê daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê li ser vekişîna hêzên Amerîka û koalîsyonê ya di 30ê Êlûnê de daxwuyaniyekî da.
Wezaretê got ku eger sîstemekî bergiriya hewayî nê danîn û vekişîn bibe, dê rewş bi endîşe be û parastina bergiriya hewayî ya herêma Kurdistanê dê di bin berpirsiyariya hukumeta federal de be.
Wezareta Pêşmerge ragihand ku vekişîna hêzên Amerîka û koalîsyonê ji Iraqê û Kurdistanê, di encama li hev kirina hukumeta federal û Amerîka û koalîsyonê de ye.
Wezaretê balê kişand ser wextê vekişînê ku rewşa ewlehiya Iraqê û Rojhilata Navîn bê îstîqrare û rewşa ku li herêmê dewam dike ji aliyê ewlehiyê de talûkeye.
Wezaretê got ku di mehên dawiyê de di şerê navbera Îran û Amerîka de ji hezarî zêdetir fuze û drone avêtine herêma Kurdistanê. Di êrîşan de fuze û drone ketine jîngehan, zerarê dane mal û canê xelkê.
Wezaretê ragihand ku bergiriya hewayî ya Kurdistanê perçeyekî ji ya Iraqê ye û berpirsiyarî ya hukumeta federal e. Wezaretê bi sedema desteka hêzên DYA û koalîsyonê ku destekê dane Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge sipasiya wan kir.
Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku hêzên Pêşmerge ji bo her pêşdeçûnekî nûh amade ye.