Cîhan
Erdogan bi Macron re axivî!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron re bi telefonê axivî. Hat diyarkirin ku di axaftinê de mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivî.
Midûriyeta Ragihandinê ragihand ku di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên navbera Tirkiye û Fransayê û mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin ku Erdogan di hevdîtinê de diyar kir ku plana koçkirina Filistîniyan bo Misir, Urdun an jî welatekî din ê sêyemîn nayê qebûlkirin