Cîhan
Erdoğan bi sekreterê giştî yê NATO bi Mark Rutte re axifî
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi sekreterê giştî yê NATO bi Mark Rutte re axifî.
Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan li ser pêvajoya ku dest bi êrîşa Îranê hat kirin, ji Mark Rutte re gotiye ku şer pêvajoya jeostratejîk xitimandiye û divê civaka navdewletî ji bo şer bi dawî bibe xebatên xwe dewam bike.
Her dû teref her weha li ser arîşeyên herêmê, navdewletî û mijarên têkildarê bi NATO re guftûgo kirine. Erdoğan sipasiya NATOyê kir ku di pêvajoyê de destekê daye Tirkiyê.
Erdoğan ragihandiye ku xebatên wî yên ji dawîlêanîna şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê dewam dikin.