Cîhan
Erdogan: Em li ser yasaya tesfiyekirina PKKê dixebitin
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna koma partiya xwe de axivî û geşedanên dawî yên girêdayî pêvajoya aştiyê nirxandin.
Erdogan ragihand ku ew wekî hikûmet li ser çarçoveyeke yasayî dixebitin ku dê pêvajoya tesfiyekirina rêxistinê (PKK) hîn bileztir bike û tekez kir, piştî şêwirîn û îstîşareyên pêwîst ew ê vê projeyasayê pêşkêşî nirxandina Parlamenê bikin.
Erdogan bal kişand ser hevsengiyên herêmî û got: "Weke Kurd, Tirk, Ereb û Fars, di paşerojê de dê hîn baştir bê dîtin ku me çi lîstikeke bixwîn û xefikî xira kiriye. Her kes divê qebûl bike ku teror rêyeke girtî ye û dema xwe tije kiriye."