TR KU SO
FB X
Analiz

Hûrgiliyên çarçoveyasaya bo PKKê: Wê çawa bê cîbicîkirin?

Admin H
Nivîskar
📅 11 tebax 2026 09:34

PeyamaKurd - Çarçoveyasaya ku ji bo PKKê û endamên wê şeva bo bi 467 dengan li Parlamentoya Tirkiyê hate pesendkirin, piştî di rojnameya fermî de were weşandin fermî dibe. Lê belê hin mercên yasayê yên ketina meriyetê jî hene.

Ji bo ku ev yasaya ku wekî "Qanûna Hêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yektiya Civakî" tê zanîn, were cîbicîkirin, şertê herî bingehîn ew e ku biryara Encûmena Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya derbarê fesihbûna PKKê de di Rojnameya Fermî de were weşandin.

Heta 6 mehan divê serlêdanî bikin

Qanûn wan kesên ku sûcên endamtî, alîkarî û propagandaya rêxistinê kirine dihewîne û ew kesên ku dixwazin ji vê qanûnê sûd wergirin divê di nav 6 mehan de serlêdanê bikin.

Di sûcên ku sizayê wan ji 15 salan zêdetir e de ji bo 10 salan, û di sûcên ji 15 salan kêmtir de ji bo 5 salan taloqkirina cezayî tê kirin.

Qedexeya siyasetê wê hebe

Di vê heyama taloqkirinê de lêpirsîn dê bên rawestandin, doz dê bên cemitdandin û kesên di zindanê de dê werin berdan. Lê belê di beramber de ji bo wan kesên ku ji vê biryarê sûd wergirin ji bo 2 heta 3 salan qedexeya siyasetê tê danîn.

Ocalan û kadroyên PKKê li xwe nagire

Ev qanûn rêberê rêxistinê Abdullah Ocalan û rêveberên din ên pilebilind nagire nav xwe, her wiha sûcên kuştina bi zanebûn û sûcên beriya 1ê hezîrana 2005an ku cezayê heta hetayê dixwazin ji çarçoveya vê rêkexistinê derve hatine hiştin.

Ji bo şopandin, kontrol û kordînasyona proseya fesihbûn û çekdanînê, dê di bin serokatiya Cîgirê Serokomarê Tirkiyê de lijneyek bê avakirin ku Wezîrên Dad, Navxweyî, Parastinê, Serokê MÎTê û Sekreterê MGKê di nav de cih bigirin.

Her wiha di Parlamentoyê de jî dê komîsyoneke şopandinê ya ji 17 endaman pêk tê bê amadekirin û karmendên dewletê yên ku di vê proseyê de erkan bi cih tînin dê ji berpirsiyariya cezayî parastî bin.

Parve bike: