TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan gef li Amerîkayê xwar: Emê jî Încîrlik û Kurecikê bigirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2019 03:26

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di bernameyeke televizyonî de, li ser naskirina komkujiya Ermanan li senatoya Amerîkayê, gefa girtina baregehên Încîrlik û Kurecikê ku li Tirkiyê ne, li Amerîkayê xwar. 

Erdogan îdia kir ku biryara senatoya Amerîkayê ya bo qira Ermenan li dijî rêkeftina 17ê Cotmehê ye (rêkeftina rawestandina êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê di navbera Amerîka û Tirkiyê de) û got, "Ger dema wê hat, emê rûnin bi heyetên xwe re çi pêwîst be bikin û pêwîst bike emê Încîrlikê jî bigirin, Kurecikê jî bigirin.”

Serokomarê Tirk li ser mijara Sûriyê û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê jî îdia kir ku ew hewil didin aramiyê ji hemwelatiyên wê deverê re bînin, lê derdê Amerîka jî petrol e û ji bo hêzên Kurd wiha got:

"YPG-PYD, li gorî min wekî Kurd nîşandana wan bêrêziye li Kurdan. Ne Amerîka ne jî Rûsyayê YPG ji vê derê nekarîn derxin. Halbukî soza ku dabûn me wisa bû. Dema dernexistin jî kar tê ser me. Em di wê nêrînê de ne ku têkoşîna dijî PKKê jî pêwîste wekî ya DAIŞê bi biryardarî û hevbeşî bê kirin.”

Erdogon herwiha peymana ligel Libyayê jî parast û diyar kir ku wan bi wê peymanê re Peymana Sevrê ya sed sal berê berevajî kiriye.

Parve bike: