Cîhan
Hizbulahê gefa tolhildanê li Îsarîl û Amerîkayê xwar
PeyamaKurd - Tevgera Nuceba ya Iraqê bi daxuyaniyekê dawî li hemû nîqaş û pêşbîniyên derbarê hİlweşîna refên xwe anî û bi awayekî eşkere pabendbûna xwe bi stratejiya "yekîtiya qadan" û rêbaza Eniya Berxwedanê ragihand.
Tevgerê di daxuyaniya xwe de her wiha gefa tolhildaneke tund li hêzên Amerîka û Îsraîlê xwar.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser naveroka peyama Mucteba Xameneyî ya derbarê piştevaniya ji xweragiriya herêmî de û hate destnîşankirin ku Nuceba dê li ser rêbaza Elî Xameneyî bi biryardarî bimîne.
Koma çekdar a Iraqî hişyarî da ku piştî ziyanan, divê Amerîka û Îsraîl li benda "tolhildaneke giran" bin û tekez kir ku ew di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne.