Erdogan ji CNN Internationalê re axivî: Ji kesê ku maye gera duyem dibe dîktator?
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî encamdana hilbijartinên 14ê Gulanê derbarê hilbijartinan û polîtîkaya derve de ji CNN Internationalê bersiva pirsê Becky Anderson da.
Erdogan li ser pirsa mayîna gera duyem a hilbijartina serokomariyê got:
"Ez bawer dikim dê di hilbijartinên Yekşema pêşiya me de jî gelê min demokrasiya bihêz a Tirk nîşan bide. Lewra beşdariyeke ji sedî 90ê hilbijêran hebû. Ev beşdarî gelekî girîng e. Li dinyayê mînaka wê nîne. Di vê hilbijartinê de jî daxwaziya min ew e ku înşellah dê gel me şaş neke.”
Herwiha Erdogan li ser pirsa ku Serokê Amerîkayê ew wekî kesekî otokrat pênase kiriye jî diyar kir: "Ji kesê ku ne di gera yekem de serketiye û maye gera duyem dibe dîktator? Niha rastî ev e. Wê Tifaqa Cumhur bi 322 parlamenteran bikeve parlamentoyê û dê serkirdeyê wê jî di gera duyem de bibe yekemîn. Ev çawa dibe dîktatorî?”
Erdogan got ku ger car din wekî serokomar bê hilbijartin ew dê bêguman ligel rêveberiya Joe Biden kar bike û li Amerîkayê jî dê ligel her serokekî bê hilbijartin bixebite.