TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan û Trump li ser Îranê axivîn

Admin H
Nivîskar
📅 18 tebax 2026 10:51

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê, di vê hevdîtinê de peywendiyên dualî yên di navbera Tirkiye û DYAyê de, geşedanên herêmî û gerdunî hatin nirxandin.

Erdogan destnîşan kir ku di aloziya navbera Îran û DYAyê de sûdwergirtina ji dîplomasiyê gelekî girîng e û tekez kir ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo xebatên aştiyê berdewam bike.

Di berdewamiya axaftinê de, Erdogan bal kişand ser "Peymana Parastina Hevbeş" a ku ligel Pakistan û Erebistana Siûdî hatiye îmzekirin û got ku van her sê welatan ji bo peydakirina îstiqrar û ewlehiya herêmê helwesteke xurt nîşan dane.

Herwiha di derbarê mijara Xezeyê de jî Erdogan diyar kir ku tevî hewldanên derbasbûna qonaxa duyem a pêvajoya aştiyê, êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistîniyan zêde bûne û teqez kir ku Tirkiye ji bo avakirina aştiya mayînde û ji nû ve avakirina Xezeyê piştgiriya xwe nîşan dide.

Parve bike: