TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan ji serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî re serkeftin xwest

Admin H
Nivîskar
📅 03 gulan 2026 09:27

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi namzedê serokwezîrtiya Iraqê Mihemed Elî Zeydî re bi rêya telefonê axivî. Di vê peywendiyê de Erdogan Zeydî pîroz kir û bal kişand ser girîngiya aramî û hevkariya stratejîk a navbera her du welatan.

Erdogan di pêwendiyê de, baweriya xwe bi Zeydî anî ziman û hêviya xwe diyar kir ku li Iraqê hikûmeteke "berfireh, hevseng û bi îstîqrarar" ku daxwazên gel bi cih bîne, di demeke nêz de bê avakirin.

Herwiha hat destnîşankirin ku têkiliyên Tirkiye û Iraqê ne tenê li ser bingehê cîrantiyê, lê li ser zemînekî "sazîbûnî û stratejîk" hatine avakirin.

Li gorî serokatiya ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê, Erdogan destnîşan kir ku di serdema nû de dê hevkariya her du welatan hîn pêşdetir biçe û ev sernavên sereke hatin rêz kirin:

Projeya Rêya Geşepêdanê wê biryardariya li ser korîdora veguhastinê ya mezin ku dê bazirganiya herêmî biguherîne.

Leza nû di warê têkoşîna li dijî terorê, pîşesaziya parastinê, enerjî û veguhastinê de.

Balkişandina ser rola Tirkmenan wekî pireke biratiyê ya taybet di navbera her du welatan de.

Parve bike: