TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdoğan pêşwaziya serokkomara Venezuelayê kir

Admin M
Nivîskar
📅 08 hezîran 2026 20:46

PeyamaKurd – Serokê Komara Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi seroka komara Venezuelayê ya demkî bi Delcy Rodriguez re li balajê Îstenbolê li ofîsa xebata serokkomariyê bi mersaim pêşwazî kir.

Delcy Rodriguez piştî Amerîkayê serokkomarê Venezuelayê Nikolas Maduro revand û bir Amerîkayê Delcy Rodriguez ketibû şûna Maduro ji ber ji berê de cîgira Maduro bû.

Piştî pêşwazîkirina merasima fermî heyetên her dû terefan civîn kirin û behsa têkiliyên di navbera her dû terefan de yên siyasî û aboriyê kirin. Di hevdîtina heyetan de ji aliyê Tirkiyê cîgirê serokkomar Cevdet Yılmaz, wezîr Hakan Fidan, wezîr Alpaslan Bayraktar, wezîr Mehmet Fatih Kacır, wezîr Ömer Bolat, serokê daîra danûsitendinan yê serokkomariya Tirkiyê Burhanettin Duran û serşêwrimendê serokkomariyê û siyaseta derve Akif Çağatay Kılıç amade bûn.

Dawet, li ser daxwaza Erdoğan çêbû û di têkiliyên bi  Rodriguez re mijarên enerjiyê, madenkarî, bazirganiya zêr û derfetên veberhênanê hene.

Parve bike: