Erdoğan û Trump di rêya telefonê de axifîn
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê DYA bi Donald Trump re axifî.
Erdoğan bi Trump re li ser têkiliyên du alî, pirsgirêkên herêmê axifîn û Erdoğan ji Trump re got ku dirêjkirina agirbesê ya di navbera DYA û Îranê de raste û tişteka baş kiriye. Her weha Erdoğan xwest ku Trump ber li êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê bigre.
Serokatiya danûsitendinan ya serokkomariya Tirkiyê axaftina hjer dû terefan weha ragihand:
“Serokkomarê me rêzdar Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de, bi serokê DYA bi Trump re axifiye. Her dû teref li ser têkiliyên navbera her dû dewletan, meseleyên herêmê û yên kureyî axifîne.
Di axaftinê de Erdoğan biryara dirêjkirina agirbesa navbera Îran û DYAyê bi erênî nasandiye û gotiye dikarin pirsgirêkan bi awayekî maqûl di rêya diyalogê de çareser bikin û desteka Tirkiyê ya ji bo her kiryarên erênî dê dewam bike.”
Erdoğan her weha di mijara civîna NATO de ya ku dê li Ankara bibe, ragihandiye ku amadekarî dewam dikin û ji bo civîn bi serkeftin biqede xebatên amadekariyê dewam dikin.