TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan û Zelensky li ser dirêjkirina dema peymana korîdora dexlê axivîn

Admin H
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2023 02:03

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky, pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê derbarê pêwendiya telefonî ya Erdogan û Zelensky de, daxuyaniyek belav kir û ragihand, di pêwendiyê de mijara dirêjkirina Peymana Korîdora Dexlê hatiye axaftin.

Hate diyarkirin ku Erdogan, ji Zelensky re gotiye, Tirkiye ji bo dabînkirina aştiyê di nav hewl û xebateke hûr de ye.

Tê çaverêkirin Erdogan bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re jî li ser dirêjkirina dema peymana korîdora dexlê hevdîtinê bike û hewl bide Rûsyayê razî bike.

Parve bike: