Cîhan
Erdogan: Wê turîstên Siûdî werin Tirkiyê
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 2yê Gulanê piştî nimêja Înê ji rojnamevanan re axivî û li ser serdana xwe ya Erebistana Siûdî jî axivî.
Erdogan got ku wê pêwendiyên navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî bigihin asteke cudatir û diyar kir, wan ligel Mihemed bin Selman pêwendiyên dualî gotûbêj kirine.
Serokomarê Tirkiyê herwiha daxwaziya xwe ya bo turîstên Erebistana Siûdî anî ziman û got, înşelah wê birayên me yên Siûdî werin Tirkiyê ku nêrîna wan derbarê turîzmê de gelekî erênî bû û wê bandora vê li ser Tirkiyê jî çêbibe.