Cîhan
Tirkiyê êrîşa Hûsiyan a ser Siûdî şermezar kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyeyê êrîşa Hûsiyên Yemenê ya ser avahiyên pîroz û bingehên sivîl Li Medîneyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de, bangewazî hate kirin ku êrîşên ser serwerî û serxwebûna Erebistana Siûdî bê merc werin bidawîkirin.
Di daxuyaniya nivîskî de piştevaniya dubare bo Siûdî hate diyarkirin û hate gotin, divê êrîşên ser cihên pîroz ên Îslamê derhal û bê şert û merc bidawî bibin.