Erebistana Si’ûdî xwe diguhêre
PeyamaKurd- Erebistana Si’ûdiyê bo xwenûkirinê 13 mîlyar dolarê dinê jî veqetand. Prens Salman li Erebistanê amadekariya nûjenkirina jiyanê dike.
Welîahd prens Muhammed Bin Salman di bernameya nûjenkirina welatê xwe de, weka perçeyeka nûjeniyê, di nava du salan de, di warê tenduristiyê, aheng, spor û perwerdê de, wê 13 mîlyar dolarê dinê jî xerc bike. 13 mîlyar dolar heya sala 2020an wê bê serfkirin.
13 mîlyarê ku bê serfkirin, wê %60 ê wî dewlet û %40 ê wî sektora taybet xerc bike. Li Erebistanê dewlet desthilate lê her diçe petrola welat kêm dibe û divê di warê aboriyê de, tiştên di derveyê petrolê de ku ji xelkê re pere bîne, bikeve nava jiyana xelkê.
Eger di warê jiyan û aboriyê de guherîn nekeve welatê Erebistanê, wê arîşeyên zêde girantir di welatê wan de peyda bibin. Hem Komeleyên Mafê Mirovan ji Erebistanê daxwaza rakirina cezayê îdamê û firehkirina mafên jina dixwazin.