TR KU SO
FB X
Cîhan

Ermenistan: Me 552 wesayîtên leskerî yên Azerbaycanê ji nav birin

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2020 20:51

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya hikûmeta Ermenistanê li ser rewşa dawî ya şerê Qerebaxê ragihand ku wan ji destpêka şer ve, 552 wesayîtên leşkerî yên Azerbaycanê têk birine ku di nav wan de wesayîtên zirxî û balafirên bêpîlot jî hene.

Navenda Ragihandinê bi daxuyaniyekê ragihand: “Di şer de 181 balafirên bêmirov, 21 balafir, 16 helîkopter û 4 sîstemên moşekavêj ku hemû yên artêşa Azerbaycanê bûn, hatin têkbirin û wêrankirin.”

Herwiha hat diyarkirin ku hêzên wan ji destpêka şer heta niha 5 hezar û 959 leşkerên Azerbaycanê kuştine.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku balafireke bêpîlot hatiye xistin û 6 zirxpoş û tankek hatine têkbirin û 120 kes jî di 24 saetên dawî de hatine kuştin.

Parve bike: