Cîhan
Esad: Dê Idlib di zûtirin demê de bê standin
PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esad di hevpeyvîneke digel rojanameya Ummanê de, got, “Dê Idlib di zûtirin demê de bê standin û em teqez destûrê nadin parçekirina Sûriyê.”
Beşar Esad got ku şerê dijî Sûriyê 20 sal beriya niha destpê kiriye, ji 1967an ve porpagandayên derew têne kirin û sala 2011an jî bi rêya terorîstên piştgiriya derve distînin mudaxeleyî Sûriyê kirine.
Esad herwiha diyar kir ku piraniya terorîstên li er erda Sûriyê çalakî dikirin hatine tunekirin û got, “Dê hikûmet ji bo dahatuyê çavdêriya rewşa herêmê bike.”