Cîhan
Esed: Ji dagirkeriya Osmaniyan ve em rûbirûyî qeyraneke nasnameyî ne
PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esed di civîna Wezareta Ewqafan a Sûriyê de got, welatê wan Sûriye ji heyama dagirkeriya Osmaniyan heta niha rûbirûyî qeyraneke nasnameyî ye.
Li gorî ragihandina weşana Al Masdarê Esed gotiye, “Di navbera cudakirina ol û dewletê û laîkbûnê de ti girêdanek nîne. Ji dema dagirkeriya Osmaniyan heta niha em rûbirûyî qeyraneke nasnameyî û ayîdbûnê ne.”
Esed herwiha diyar kiriye ku di wê heyamê de ‘Tirkbûnê’ dest pê kiriye û li ser mijara terorîzmê jî daye xuyakirin ku ew ti hêvîyekê ji welatên rojavayî nakin, lewra terorîzm ne berhema îslamîyetê ye.
Esed herwiha gotiye, komên terorê ji bo êrîşkirina saziyên dewletê naveroka Qûranê bi awayê nerast bikar tînin.