TR KU SO
FB X
Cîhan

Esed: Talûka mezin zihniyeta Îxwan ku bi ya Osmanî re tevlihev bûye û zêhna dagirkeriyê ye

Admin M
Nivîskar
📅 20 gulan 2023 23:11

PeyamaKurd – Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esed di zîrwa 32em ya Yekîtiya Ereb de li bajarê Cidde li Erebistana Saudiyê axifî. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebî; Esed gotiye:

“Îro em dikarin karên xwe bi herî kêm mudaxeleya derve ji nûh de bixin întîzamê û ji bo me derfetekî dîrokiye. Di herêma me de talûka herî mezin zihniyeta tehrîbkar ya bi ya Îxwan re têkil bûye, zihiyeta Osmaniye.

Îro weka encama desthilata Rojavahiyan ku ji qaîde, exlaq, dost û hevparan bêpare, di cîhana pirserî de, em bi derfeta guhertina rewşê re rû bi rû ne. Dinya dikeve şeklekî dinê û ji bo em bibin perçeyekî ji vê dinyayê, ji lihevkirinên berya zîrwê heya niha divê em ji rewşê re veberhênanê bikin, xwe ji nûh de bicîh bikin û bila ji derve mudaxeleya herî kêm hebe û ev ji bo me derfet e.

Ji bo hewlên prens welîehdê Erebistanê Muhammed bin Selman ji bo rola wî ya erênî û hewlên wî yên yekîtiya herêmê de, sipasiya wî dikim. Hêvî dikim di navbera me de hevkarî bibe, aştî were herêma me. Di şûna şer û herifandinê de bila refah bibe destpêka tevgera Ereb.

Sûriye daîma perçeyekî ji dinya Ereb e. Divê kes destê xwe nexe nav karên Ereb. Eger em di derbarê hinekan de biaxifin, di deh salên dawiyê de, divê em li ser terkên kul i yekîtişya Ereb ketine an ku cudatiyên ku derketine ortê biaxifin, divê Yekîtiya Ereb ne ku birînan bipêçe lê divê rola xwe ya ku birînan derman dike bileyîze. Ya herî girîng ku çareseriya pirsgirêkan, ji xelkê welatan re bihêle. Ew dikarin xwe bi xwe îdare bikin û divê em nehêlin ji derve mudaxele bibe û eger bixwazin em ji wan re bi taybetî bibin destek. Rabirdû, Îro û dahatûya Sûriyê Erebîzme lê ya aîdiyetê ye. Ne ya hembêzkirinê ye.”

Parve bike: