Cîhan
Etiyopya ragihand ku 12 rêvebirên TPLF ê kustine
PeyamaKurd – Hukumeta Etiyopyayê ragihand ku hêzên hukumetê 12 rêvebirên rêxistina Cepha Rizgariya Gel ya Tigrayê (TPLF) ê kuştine. TPLF ew rêxistine ku li hemberê hukumeta Etiyopyayê serhildanê dike.
Ragihandin ji aliyê wezîrê xizmetên gihandinê yê Etiyopyayê Legesse Tulu de hat kirin û got ku hêzên hukumetê li cepheyên Bati û Kemisseyê, di operasyonan de 12 rêvebirên TPLF ê ji nav birine.