TR KU SO
FB X
Cîhan

"Ey Netanyahu tu dewleta terorê yî"

📅 01 nîsan 2018 22:33

PeyamaKurd - Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan rexneyên tund li Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu girtin û got: "Ey Netanyahu tu dewleta terorê yî."

 Erdogan li Kongreya Bajêr a Edeneyê ya partiya xwe axivî.

Erdogan li ser Netanyahu wiha got: "Rabûye dibêje eskerên me li Efrînê zilmê li mezlûman dikin. Ey Netanyahu, tu pir qels î, pir eceb î. Li halê xwe binêre û pergala xwe baş bike. Em li hember terorîstan têdikoşin, lê derdê te ne terorîst in. Lewra tu dewleta terorê yî."

Ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu Erdogan got tu kes ji wî hez nake û wiha axivî: "Di dinyayê da hezkiriyê te tunene. Li Neteweyên Yekbûyî gava ku te der heqê Qudsê da avêt û bersiva ku te wergirt, li holê ye. Xwe qure neke û nebêje 'Çeka min a nukleerê heye'. Roj heye ew çeka nukleerê jî wê nexebite. Tê vê bizanibî, têkilî mezlûman nebe. Axê mezlûman hilnede, wê di pozê te re were. Tu yê nikaribî li dinyayê bigerî. Ji ber wê têkilî me nebe û durust be. Heta tu dirust nebî, tu yê ti wextî ji me jî gotineke baş nebihîzî."

Parve bike: