FBIyê ragihand: Tirkiyê serkirdeyê Hizbûllaha Iraqê radestî me kir
PeyamaKurd - Rêvebirê FBIyê Kash Patel ragihand ku saziyên ewlehiyê fermandarê Ketayîb Hizbûllaha Iraqê Mihemed Baqir Seed Dawûd Seedî, ku destê wî di nêzîkî 20 êrîşên terorîstî de heye desteser kiriye.
Patel diyar kir, Seedî planên êrîşan ji bo eyaletên New York, Arizona û Californiayê amade kiribûn. Di doznameyê de hat eşkerekirin ku Seedî li Tirkiyeyê hatiye girtin û radestî rayedarên Amerîkayê hatiye kirin.
Hate gotin ku Seedî 3 hezar dolar dabû ajanekî nihênî yê FBIyê da ku plana êrîşeke mezin li ser perestgeheke Cihûyan a li Manhattanê pêk bîne. Seedî roja Înê li New Yorkê derket pêşberî dadgeha federal û bi tohmetên giran ên piştgiriya terorê tê darizandin.
Êrîşên li Ewropayê û pêwendiya bi Pasdaran re
Dozgerên federal destnîşan kirin ku Mihemed Seedî û hevalbendên wî di bin navê "Tevgera Eshab Yemîn a Îslamî" (ku şaxeke Ketayîb Hizbûllahê ye) de, berpirsyariya 18 êrîşên li Ewropayê û 2 êrîşên li Kanadayê girtine ser xwe.
Di nav van çalakiyan de kêrkirina welatiyekî Cihû yê Amerîkayê, êrîşa bi bombeyên şewatê ya li ser bankayeke li Amsterdamê û hewlên teqandinê yên li Parîs û Londonê hene. Hat diyarkirin ku Seedî ev êrîş wekî tolhildana şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê pêk anîne û pêwendiyeke wî ya rasterast bi Supaya Pasdaran a Îranê re heye. Rêvebira Polîsê New Yorkê Jessica Tischê jî ragihand ku ev doz xetereya gerdûnî ya torên ser bi Îranê ve bi zelalî nîşan dide.