TR KU SO
FB X
Cîhan

Felahetpîse: “Divê em bi Talîbanê re hevkarî bikin”

Admin M
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2019 05:05

PeyamaKurd- Serokê komîsyona ewlekariyê û siyaseta derve ya meclisa Îranê Haşmetûllah Felahetpîşe got ku divê Îran li dijî DEAŞê bi Talîbanê re hevkarî bike. Felahetpîşe ragihand ku ew yekem siyasetmedare ku tişteka weha dibêje.

Felahetpişe got ku Amerîka DEAŞê li Pakistanê bicîh kiriye û weha dewam kir:

“Îran bîranînên xerab yên Talîbanê li Afxansitanê dibîne. Li dijî weziyeta DEAŞê ya li Afxanistanê, divê em bi Talîbanê re hevkarî bikin. Îran bi sedema DEAŞê bi Talîbanê re muzakereyên xwe dewam dike.”

Parve bike: