TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandarê Îsraîlê: Hêzên me amade ne Beyrûtê kontrol bikin

Admin H
Nivîskar
📅 12 hezîran 2026 19:03

PeyamaKurd - Fermandarê Yekîneya 13an a Lîwaya Golaniyê ya artêşa Îsraîlê ku bi navê "M" tê naskirin, ragihand, eger fermana fermî bê dayîn hêzên wan ên bejayî bi temamî amade ne ku ber bi paytexta Libnanê Beyrûtê ve pêş ve herin û bajêr bixin bin kontrola xwe.

Fermandarê ku berê li herêmên Xan Yûnis û Refahê yên Xezeyê kar kiriye destnîşan kir, yekîneyên wan dikarin heta kûrahiya xaka Libnanê operasyonan berfireh bikin.

Herwiha diyar kir ku di pevçûnên dawî de wan nêzîkî 50 şervanên Hizbullahê "bêbandor" kirine û di beramber de 3 leşkerên wan hatine kuştin.

Herwiha li ser xetereya berdewam a dronên nifşê nû yên Hizbullahê yên ku bi fîberoptîkan tên kontrolkirin jî hişyarî da.

Parve bike: