Fermandarekî Pasdarên Soresê li Tehranê hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin, li Tehrana paytextê Îranê fermandarekî Artêşa Pasdarên Şoreşê li ber deriyê mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Fars ya Îranê, efserê bi navê Kasım Fethullahî ku di Supaya Muhammed Resûlullah a Artêşa Pasdarên Şoreşê de erkdar bû, rastî êrîşa bi çekan hat.
Fethullah di êrîşa li ber deriyê mala wî ya li başûrê Tehranê hat kirin de, bi 4 guleyan jiyana xwe ji dest da.
Di nûçeya ku bûyer weke 'êrîşa terorîstî' ha binavkirin de hat ragihandin, Fethullah di heman demê de yek ji fermandarên yekîneya milîsên Besîc a girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşê ye.
Ji aliyê din ve Serokê Navenda Ragihandina Polîsên Tehranê Kolonel Elî Sebahî jî eşkere kir, lêkolîna derbarê êrişê de berdewam e û wê piştre zanyariyên berfireh bên dayîn.