TR KU SO
FB X
Cîhan

FlightAware.com: 2.600 sefer hatin betalkirin

Admin M
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2022 04:34

PeyamaKurd – Şîrketa ku seferên hewayî dişopîne ya bi navê FlightAware.com ragihand ku li Amerîkayê di roja ewilî ya mesayiya sala nûh de 2.600 seferên balafiran hatin betalkirin. Sedema betalkirinê belavbûna Kovid-19 ê û şertên hewayî yên nexweş hatin nîşandan. Bi betalkirinê re seferên ku dane paş jî jimara wan gihaye 3.100 seferan.

Bi sedema belavbûna varyanta nû ya Kovid-19 ê ya Omicronê kêmasiya xebatkaran heye û li gelek deveran berfa zêde bariyaye.

Berdevkê şîrketa Southwest Airlines Brad Hawkins, ragihand ku %15 ê seferan ku dike 575 sefer îro hatine betalkirin.

Îro li seranserê dinyayê bi temamî 4.100 seferên balafiran hatine betalkirin.

Parve bike: