TR KU SO
FB X
Cîhan

Fox News: Îran li dijî Amerîkayê wê êrîsî YPGê bike!

Admin V
Nivîskar
📅 12 gulan 2018 21:57

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Fox Newsê Îran li dijî Amerîkayê wê li Sûriyê û Iraqê şerê wekaletê bide destpêkirin û êrîşî YPGê bike.

Di nûçeyê de ev agahî hatin dayîn: Di van salên dawî de Îranê tixûbê hêza xwe gelekî berfireh kir. Tê texmînkirin ku Îran wê li Sûriyê êrîşî hêzên ku Amerîka wan destek dike, bike. Di destpêkê de jî wê êrîşî refên YPGê bike.

Milîsên Îranê berî niha, ne bi gelekî; êrîşî refên YPGê û Amerîkayê kiribûn û di pey re Amerîkayê ew bombebaran kiribûn.

Wekî ku tê zanîn, berî niha bi çend rojan Serokê Amerîkayê Donald Trump xwe ji pişt peymana nukler ya bi Îranê re kişandibû; lêbelê civaka navnetewî ji ber vê yekê bertek nîşanî Amerîkayê dabûn.

Parve bike: