TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa: Em li ser dixebitin ku zadê Ukraynayê bi rêya bejahî bînin

Admin H
Nivîskar
📅 01 mijdar 2022 02:04

PeyamaKurd – Piştî ku Rûsyayê Peymana Korîdora Veguhestina zadê Ukraynayê da sekinandin, nîqaş û hewldanên bo ji nû ve vekirina korîdorekê berdewam dikin.

Ji hinardekirina zadê Ukraynayê hemleyek jî ji Fransayê hat û Wezîrê Çandiniyê yê Fransayê Marc Fesneau, ragihand ku ew li ser dixebitin ku bi rêya bejahî zadê Ukraynayê hinarde bikin.

Marc Fesneau, da zanîn ku piştî Rûsyayê korîdora zad da rawestandin, ew bi hempîşeyên xwe yên welatên ewropî re danûstandinê li ser vekirina rêgeheke nû ya bejahî dikin.

Fesneau got ku êdî ew li ser rotayeke din dixebitin û bi taybet jî ji ser Romanya û Polonyayê rêya bejahî difikirin.

Marc Fesneau herwiha da zanîn ku dê bandora rasterast a biryara Rûsyayê li ser Fransayê çênebe, lê wê welatên hejar ji vê biryarê zirarê bibînin.

Parve bike: