TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa: Ew welat yekane hêz e!

Admin L
Nivîskar
📅 01 nîsan 2023 14:10

PeyamaKurd –  Li gorî nêrîna Ofîsa Serokomariya Fransayê, Çîn hêza yekane ye ku bandorek "lezgîn û radîkal" li ser pevçûnên li Ukraynayê heye. Hat diyarkirin, Serokê Fransayê Macron di serdana xwe ya bê ya Çînê de, plan dike ku vî welatî li hember "biryara giran" ya di çarçoveya alîkariya leşkerî ya ji bo Rûsyayê de hişyar bike.

Ji bo serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a ji bo Çînê tenê çend roj mane, ofîsa wî di daxuyaniya xwe de got, "Eger Çîn vê 'biryara giran' bide, ev biryar wê bandoreke stratejîk a girîng li ser pêvajoya şer bike.

Serok Macron wê hevtayê xwe yê Çînî, Şi Jinping, ji ​​encamên biryara wî ya ji bo piştgiriya leşkerî bide Rûsyayê hişyar bike.

Hat destnîşankirin, Macron plan dike ku ji bo piştgiriyê bide sivîlên Ukraynayê û "rêyek ji bo çareserkirina aloziyê di demeke kurt de bibîne" bi Çînê re qada hevkariyê xêz bike.

Hat balkişandin ku civîna di navbera serokên Fransa û Çînê de di çarçoveya ku Çîn "yekane hêza cîhanê ye ku bandoreke lezgîn û radîkal li ser pêvajoya pevçûnê dike" de xwedî girîngiyeke mezin e.

Parve bike: