TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa ji bo konferanseke navneteweyî ya Lîbyayê mazubaniyê dike

Admin L
Nivîskar
📅 21 îlon 2021 12:37

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian di derbarê de axivî û diyar kir, ew ê ji bo konferanseke navneteweyî ya Lîbyayê mazubaniyê bikin.

Le Drian destnîşan kir, Lîbya ji bo hilbijartinên di dawiya Berfanbarê de haziriyê dike û konferansa ser wî welatî jî wê di 12ê Mijdarê de li dar keve.

Li gor daxuyaniya Le Drian, Fransa wê ji bo konferansê bi Almanya û Îtalya re hevkariyê bike.

Drian eşkere kir, ew ê ji bo bernameya hilbijartinê ya Lîbyayê neguhere danûstandinê bikin û ser derketina şervanên biyan ên li wî welatî biaxifin.

Parve bike: