TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeya Fransayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 îlon 2026 13:19

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke Encûmena Pîran a Fransayê kir ku ji Seroka Komîteya Dostaniya Fransa û Iraqê Nicole Duranton û endamên komîteyê Remi Feraud û Olivier Bitz pêk dihat.

Di civînê de, derbarê pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û Heremê de nêrîn, guhertin û girîngiya bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de hat destnîşankirin.

Şanda Fransî bal kişand ser dostaniya dîrokî ya di navbera her du aliyan de û tekez kir ku Herêma Kurdistanê hevalbendeke pêbawer a Fransayê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasî û pêzanînên xwe ji bo piştgiriya berdewam a hikûmet û gelê Fransayê anî ziman.

Di hevdîtinê de her wiha pêdiviya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û gavên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: