TR KU SO
FB X
Cîhan

Fuad Hûsên bi serdaneke fermî li Brukselê ye

Admin H
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2022 19:33

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, bi mebesta hejmarek hevdîtinên fermî pêk bîne çû Bruksel a paytexta Belçîkayê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf ragihand, Wezîrê Derve Fuad Husên bi serdaneke fermî îro 20ê Çileyê 2022yan çûye Bruksel a paytexta Belçîkayê.

Tê çaverêkirin Husên li Brukselê çend hevdîtinan bi berpirsên Yekîtiya Ewropayê re pêk bîne.

Wezareta Derve ya Iraqê li ser naveroka hevdîtinan hurgilî belav nekirine.

Parve bike: