Fûad Husên: Iraq bûye qurbanê pevçûnên herêmî, zirar gihîşt 60 milyar dolaran
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevpeyvîneke taybet de bal kişand ser geşedanên herêmî û şerê Îranê.
Husên diyar kir ku Iraqê ji destpêkê ve helwesta xwe diyar kiriye ku nabe parçek ji şer, lê ji ber berfirehbûna qada şer êriş li ser welat hatine kirin û qurbanî çêbûne.
Navbirî anî ziman ku Iraq bi temamî bûye qurbaniya pevçûnên aliyên ku tevlî şer bûne.
Di warê aborî de jî Husên da xuyakirin ku ji ber şer û daxistina Tengava Hurmizê hinardekirina petrolê rawestiyaye, ev yek jî bûye sedema qeyraneke giran a darayî û zirarê nêzîkî 60 milyar dolarî gihiştiye welat.
Di derbarê peywendiyên Iraq û Amerîkayê piştî vekişîna hêzên hevpeymanan de, Fuad Husên tekez kir ku têkilî li ser bingeha peymana stratejîk berdewam dikin û tenê bi mana leşkerî ve nehatine girêdan, lewma niha bal tê kişandina ser pêşxistina hevkariya aborî.
Derbarê serdana Vatîkanê de jî wezîr diyar kir ku di hevdîtinan de rewşa Xiristiyanên Iraqê hatine gotûbêjkirin û tekez kir ku Xiristiyan pêkhateyeke kevnar û resen a welat in, lewma parastina mafên wan erka herî sereke ye.