TR KU SO
FB X
Cîhan

Fuad Husên: "Şerê berdewam wê bazara enerjiyê têk bibe"

📅 01 adar 2026 21:00

PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên Iraq û Erebistana Siûdî li ser Geşedanên li Herêmê Gotûbêj Dikin.

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve Fuad Husên îro (Yekşem, 1ê Adarê, 2026) bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan El Siûd re bi telefonê axivî.

Di axaftinê de pêşketinên dawî yên li herêmê û bandora wan li ser ewlehî û aramiyê hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Iraqê, her du aliyan li ser pêşketinên leşkerî û êrîşên ku her du welat pê re rû bi rû mane nîqaş kirin.

Wezîrên derve li gorî agahiyan tekez li ser xetereyên beşdarbûna aliyên nû di pevçûnê de kirin ku ev yek dikare bibe sedema berfirehbûna şer.

Aliyan herwiha diyar kirin ku ji bo kontrolkirina krîzê û pêşîgirtina li zêdebûna çalakiyên leşkerî hewldanên bilez hewce ne.

Di daxuyaniyê de girîngiya parastina rêyên avê yên girîng, bi taybetî Tengava Hormuzê, ku ji bo aboriya cîhanî û ewlehiya enerjiyê girîng in, hate destnîşankirin.

Fuad Husên destnîşan kir ku berdewamiya şer wê bibe sedema têkçûnên li bazarên enerjiyê û bandorek neyînî li ser aramiya bazara cîhanî bike.

Hat ragihandin ku Tengava Hurmuzê, yek ji rêyên veguhestina enerjiyê yên herî girîng ên cîhanê, jî ketiye bin bandora şerê heyî.

Medyaya dewleta Îranê di 28ê Sibata 2026an de ragihand ku tevgera tankerên petrolê li Tengava Hurmuzê hatiye rawestandin. Di raporê de herwiha hat gotin ku welatên Ewropî ji tankerên xwe yên petrolê daxwaz kirine ku ji Tengava Hurmuzê derbas nebin.

Parve bike: