Gazprom a Rûsî gaz bi ser Fransayê de qut kir
PeyamaKurd – Kompaniya Gazê ya dewleta Rûsyayê ragihand ku ew dê gaza ku diçe Fransayê qut dike.
Di daxuyaniya Gazpromê de hatiye diyarkirin ku ji ber deynên xwe yên gazê nedane, wê gaza Fransayê îro 31ê Tebaxê were qutkirin.
Gazpromê daye zanîn ku biryara qutkirina gazê di çarçoveya qanûna 31ê Adarê ji aliyê Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn hatiye îmzekirin de pêk tê ku welatên berpirsiyariyên xwe bicih neyînin gaza wan tê qutkirin.
Hêjayî gotinê ye, artêşa Rûsyayê 24ê Sibata 2022yan êrîşên ser Ukraynayê dabûn destpêkirin ku hîn jî berdewam dikin û welatên Ewropayê jî li ser Rûsyayê dorpêçên giran ên aborî sepandibûn.
Rûsya jî wekî bersiva dorpêçan di şandina gaza siruştî bo welatên Ewropî de, kêşeyan çêdike ku ji destpêka şerê Ukraynayê ve gelek caran gefa qutkirina gazê dixwe.