Cîhan
Gelo Efrîn jî di nava agirbesê de ye an na?
Piştî Neteweyên Hevgirtî bo Sûriyê biryara agirbesê da, bala temamê dinyayê çû ser Efrînê bê wê li wê derê agirbes bibe an na?
Piştî dengdayînê temsîlkarên Rûsya û Kuweytê gotin ku divê agirbes Efrînê jî dixe nava xwe. Lê Tirk ne di heman fikrê de ne. Temsîlkarê Rûsya yê NH Vassily Nebenzia got: "Bo Tirkiyê ye jî û li her derê divê bê bicîhkirin.”
Pêşniyar ji aliyê Îsweç û Kuweytê de hatibû amadekirin û temsîlkarê Kuweytê yê NH Mansur El Otaibi got: " Pêşniyar gelek zelal e. Hemû alî di nav de ne. Bê ku dereng bimînin divê dev ji şer berdin.”
Aliyê Tirkiyê dibêje ku di xala 10an ya di pêşniyarê de, deverên ku di nav de ne aşkerane: Xûta Rojhilat, Yermûk, Fûa û Kefraya ne. Di nava metnê wê de navê Efrînê tine ye.