TR KU SO
FB X
Cîhan

Gengesiya li ser sîxur di navbera Ingîltere û Rûsyayê de mezin dibe

📅 16 adar 2018 00:20

 
PeyamaKurd - Almanya, Fransa, Ingîltere û Amerîka derheqê sîxurê Rûsî ku hatibû jehrîkirin de daxuyaniyeke hevpar li dijî Rûsya dan: Êrîş li hember hikumraniya Ingîltere yê hatiye kirin.
Ji ber bûyera li Ingîltere qewimî bû ku sîxurê Rûsî yê kevn Sergey Skripal û keça wî Yuliya hatibûn jehrîkirin bû sedemê kerîzeke siyasî di navbera Ingîltere û Rûsyayê de. Ji aliyê Almanya, Fransa, Ingîltere û Amerika di daxuyaniya ku hevpar hate dayin de ji Rûsya hat xwestin ku di derheqê lêpirsîna bûyerê de berpirsiyariya xwe bi cih bîne, 
4 welat li hember Rûsya bûn yek
Li bajarê Salisbury di derbarê jehrîkirina sîxurê Rûsî yê kevn Sergey Skripal Almanya, Fransa, Ingîltere û Amerika di daxuyaniyê de wiha diyar kirin: Kuştina sîxurê Rûsî yê kevn êrîş birina ser serxwebûna Ingîltereyê ye. 
Di daxuyaniyê de wiha hat îfade kirin “em şok kirin”  û  “madê me li hev xist”
Her wiha di daxuyaniyê balkişandin ser vê yekê ku ji Herba Cihanê ya 2emîn heta îro yekem care li Ewrûpa xaza sînîr ya eskerî hatiye bikaranîn. Ev êrîş li hember serxwebûna Ingîltereyê ye.  
Rûsya sûcdar kirin
Hat ragihandin ku ji xeyrî ihtîmala ku Rûsya ev êrîş kiriye pêve tiştekî mantiqî nayê heşê me. Ev êrîş ewlehiya dewletên ku ev daxuyanî îmze kirine avêtiye talûkê.

Parve bike: