TR KU SO
FB X
Cîhan

Gera dawî ya hevdîtinên astiyê bê encam bidawî bû

Admin H
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2021 23:20

PeyamaKurd - Gera dawî ya hevdîtinên aştiyê yên di navbera hikumeta Afganistanê û Tevgera Talîbanê de ku li paytexta Qetar Dohayê pêk hatin bê encam bi dawî bûn.

Ajansa France Press (AFP) ragihand ku gera herî dawî ya danûstandinên di navbera hikumeta Afganistanê û Tevgera Talîbanê de ku roja Şemiyê li Dohayê dest pê kiribûn, bêyî ti pêşveçûneke berçav bi dawî bûn.

Piştî bidawîbûna hevdîtinan, Qeterê ragihand ku her du alî lihev kirine ku pêşî li kuştina sivîlan bigirin, lê behsa agirbestê nehat kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye,  li Afganistanê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, şerekî giran rû dide û Tevgera Talîbanê gelek herêmên Afganistanê xistine bin kontrola xwe.

Parve bike: