TR KU SO
FB X
Cîhan

Geştên Tehranê yên bo Bexda û Maskatê hatin rawestandin

Admin H
Nivîskar
📅 23 îlon 2026 12:36

PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya Saziya Firokevanî ya Sivîl a Îranê, ji ber cezayên nû yên ku ji bo şirketên firokvanî yên Îranê hatine destpêkirin, geştên ji Tehranê bo Bexda û Maskatê hatine betalkirin.

Saziyê ragihand ku ji roja Çarşemê nîvê şevê ve firokexaneyên Bexda û Maskatê êdî geştên firokexaneyên Îranî qebûl nakin, lê belê rayedar li ser îhtimaliya veguhestina wan geştan ber bi Firokexaneya Navneteweyî ya Necefê ve diaxivin.

Her wiha hat diyarkirin ku geştên navneteweyî yên wekî Stenbolê wê li gorî bernameya xwe bidomin.

Ev gav piştî hişyariya Wezîrê Xezîneyê yê DYAê Scott Bessent hatin avêtin ku di 23yê Îlonê de ji ber cezayên duyemîn ên Amerîkayê ragihandibû ku firokexaneyên biyanî û dabînkerên xizmetên firokexaneyî eger xizmetên wekî sotemenî û daxistinê bidin firokeyên îranî, ew ê rûbirûyî cezayan bibin û dibe ku têkiliya wan bi sîstema darayî ya dolar re jî qut bibe.

Wezareta Xezîneyê ya DYAê berê jî di 8ê Îlonê de li dijî 36 armancên girêdayî sektora firokevanî ya Îranê cezayên nû ragihandibû.

Tevî vê zexta navneteweyî û qutbûna geştên bo Bexda û Maskatê, Tehranê diyar kir ku ew ê li ser helwesta xwe bisekinin.

Parve bike: