TR KU SO
FB X
Cîhan

Geştiyarê Îngîlîz li Çiyayê Kaçkarê wenda bû û tîmên lêgerînê seferberî dîtina wî bûn

Admin M
Nivîskar
📅 03 îlon 2026 14:00

PeyamaKurd – Çiyayê Kaçkarê dikeve bajarê li Derya Reş, bajarê Rizeyê, navça Çamlihemşinê. Gelek geştiyar derdikevin zozanên wê bi taybetî zozanê Avusorê.

Li Çiyayê Kaçkarê geştiyarê Îngîlîz yê bi navê Dan Mammsdroller (22), dema hildikişiya bilindahiya çiya, berê xwenda kir û nizanibû bi ku de here.

Dan Mammsdroller, bi tîmên 112an re pêwendî danî û li ser rewşa wî, tîmên AFADê û JAKê bi 13 xebatkar û 3 erebeyan lê geriyan û piştî wî dîtin, wî birin Zozanê Avusorê.

Xortê îngîlîz yê navborî, bi sedema di bilindahiya 3 hezar 100 metreyî de mij hebû rêya xwe wenda kiribû. Hat ragihandin ku rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Parve bike: