TR KU SO
FB X
Cîhan

Giliyê Îsraîlê, li ICCê hat kirin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 27 hezîran 2023 17:30

PeyamaKurd- Li Şerîda Xezayê 8 parlamenteran giliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) kir û ji Îsraîlê xwestin ku dorpêçê rake û tezmînata aborî bide kesên ku mexdûr bûne.

Alîkarê Serokê Meclisa Zagonsaz a Filistînê Ehmed Bahr, li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Bahr, Endamên Meclîsa Zagonsaz a Filistînê diyar kir ku wî parêzerê Fransî Gilles Duvier wezîfedar kiriye ku ji ber dorpêçê daxwaznameyên xwe yên li dijî Îsraîlê pêşkêşî Dozgerê Dadgeha Cezayê Giran bike.

Di daxwaznameyê de hat xwestin ku Îsraîl tazmînatê bide hemû Filistîniyên ku ji dorpêçê bandor bûne, bi rêya kasa emanetê ya dadgehê.

Her wiha ji ICC daxwaz tê kirin ku giliyê bi ciddî û bilez bigire û Îsraîlê ji ber sûcên wê mehkeme bike, her wiha ji ICC tê xwestin ku dest bi avakirina mekanîzmayên pratîkî bike da ku Îsraîl ji sûcên xwe yên dorpêçkirin û êrîşa li dijî Xezayê berpirsiyar bibîne û ferz bike.

Parve bike: